• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Fransa li Hewlêrê kir

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê nû yê Fransa li Hewlêrê kir
Roja sêşem 20.09.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dominique Mas Konsolê nû yê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de Konsolê nû yê Fransa li Hewlêr hevdîtina li gel Serok Barzanî û xizmetkirina wekî Konsol li Kurdistanê bi şerefekî mezin zanî û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên her dû aliyan tekez li ser dostayetiya gelê Fransa û gelê Kurdistanê kir. Her wiha pesnê giyanê hevxemî û hevkariya gelê Kurdistanê ya ji bo koçber û lêqewimiyan kir û amadehiya welatê xwe jî ragihand ku li qonaxa piştî Da'îş yarmetîderê Herêma Kurdistanê bê ji bo vegerandina koçberan û nehiştina asewarên şer û hilgirtina mîn li navçeyên azadkirî. Konsolê Fransa eve jî ragihand ku welatê wan piştevanê hêzê Pêşmergeyên Kurdistanê ye û li hevkariyên serbaziyan de berdewam dibê.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Konsolê nû yê Fransa kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û tekez li wê yekê kir ku peywendiya di navbera gelê Kurdistanê kûr û dîrokiye û Kurdistan amadeye ji bo geşepêdana hemû aliyên peywendiyên aborî û kultûrî û siyasiyan û ji bo pêşxistina wan peywendiyan hîç seqfek hebûna xwe tûne.

Şerê dijî terorîstan û amadekariyên ji bo destpêkirina operasyona azadkirina Musilê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Top