• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir

Gulan Media September 21, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê

Birêz Mamostayên Olî

Silavên xwedê li ser we bê

Bi helkefta 46 saliya damezrandina yekîtiya we germtirîn pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû zanayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.

Mamostayên olî herdem li pêş û serkirdeyê xebata rizgarîxwazên Kurdistanê bûne û li sengerê pêşiya bergirîkirina li ax û gelê xwe dane. Ew rola bi rûmeta mamostayên olî û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, li dîroka xebata gelê me da çespaye. Niha jî ku tundrewî û teror gefê li ser gelê me û hemû mirovayetiyê dike. Erkê we yên birêz girîngtir û hestiyartire, ji wê yekê bawerîn ku mamostayên olî li Kurdistanê amadene bi giyanê Pêşmergane ve bergirîkarê Kurdistanê bin, li heman demî da erkê we ye rê li belavbûna bîra tundrewî û tekfîra li nav gelê me bigrin û şerê hizra tundrewî û terorê bikin.

Hêvîdarim li ser wê rêbaza xwe ya pîroz berdewam bin ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslamê û hişyarkirina xelkê li ser bingeha xweşdiviya nîştiman û lêborînî û rawestana dijî bi diyardeya terorê û dijî hemû wan bîr û kirdaran bin ku berevajiya ola îslam û bihayê mirovayetiyanin û armanca wan bikaranîna ole ji bo bi destanîna destkefta dinyayî û derketina li pêkvejiyan û lêborînê.

Xwedayê mezin pişt û penaya we bê.


Mesûd Barzanî
20/09/2016
Top