Asayîşa Dêrikê ciwanekî Kurd dikuje
Duh, êvarî welatiyên gundê Banê Şikeftê careke din rastî êrşîa Asayîşa Rojava bû, ku, bi armanca girtina ciwanan bo leşkeriya bi zorê ev bû sê cara êrîşî wî gundî dike, di encama wê êrîşê de li gor zanyariyên K4ê ciwaneke Kurd temen 17e salî bi navê Hanî Xencer bi giranî birîndar bû.
Piştî veguheztina birîndaran bo nexweşxaneya Niştimanî ya li bajarê Dêrikê û ji bi ber giriyaniya birîna xwe ew ciwanê Kurd canê xwe ji dest da.
Berî haftiyekê de jî bi mebesta girtina ciwanan Asayêşa Rojava êrîşî gundê Banê Şikeftê kiribûn, di encama de 7 kes hatibûne girtin, piştî çend rojan ew serbest berdan.
k24
