• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Mûsilê were standin / Ebadî: hindik ma

Gulan Media September 20, 2016 Nûçe
Amerîka: Mûsilê were standin / Ebadî: hindik ma
Serokê Amerîkayê Barack Obama got, teqez Mûsilê ji rêxistina DAIŞê were standin.

Li New Yorkê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Amerîkayê Barack Obama civiyan û piştre daxuyanî dan. Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên beşdarî civînê bû.

Barack Obama diyar kur ku di demên dawiyê de gel û hêzên ewlekariya Iraqê li hemberî DAIŞê pêşketineke girîng bidest xistine û got, hêzên Iraqê bi hêzên endamên hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê re di hevsengiyê de ne.

Obama amaje kir ku ew derbarê operasyona rizgarkirina Mûsilê de civiyane û wiha got: “Ez hêvî dikim di dawiya vê salê de emê li Mûsilê gavên pêşketî bibînin.”

Serokê Amerîkayê herwiha anî ziman, ew pê bawer e ku bi hevsengiya hêzên hevpeymaniya navdewletî, yekîneyên ewlekariya Iraqê û Hêzên Pêşmerge bajarê Mûsilê de ji DAIŞê were standin.

Ebadî: DAIŞ ji bo tevahiya cîhanî metirsî ye

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî got, DAIŞ ne tenê ji bo Iraqê ji bo tevahiya cîhanê xeterek û gefeke mezin e.

Derbarê xebatên rizgarkirina Mûsilê de jî Heyder Ebadî wiha got: “Beriya 2 salan me ji bo kontrolkirina Bexdayê şer dikir lê niha em ji bo kontrolkirina kelha DAIŞê Mûsilê şer dikin.”

Ebadî anî ziman ew hêvî dikin ku di çend mehên de bajarê Mûsilê were rizgakirin.

Hewlêr, Washington û Bexda li hev krin

Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê, Mesûd Barzanî, duh li Hewlêrê bi Wezareta Pêşmerge û nûnerên Hikûmeta Navendiya Iraqê û Amerîkayê re civînek pêk anî.

Di vê civîna 3 alî de, derbarê destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê de gotûbêj hatin kirin û hat ragihandin, ku Hewlêr, Washington û Bexda li ser operasyonên li hev kirine

Rudaw
Top