• Sunday, 22 February 2026
logo

PKK dixwaze nefta Qendîlê derxîne û bifroşe Îranê!

Gulan Media September 20, 2016 Nûçe
PKK dixwaze nefta Qendîlê derxîne û bifroşe Îranê!
Hat zanîn ku PKK amadekariyên wê yekê dike ku neftê li bintara çiyayê Qendîl li Başûr derxîne û bifroşe Îranê. Rayedarekî Herêma Kurdistanê jî dibêje, PKKê sînorên xwe bi temamî girtiye.

Heftenameya Bas eşkere kiriye ku hêzeka taybet a PKKê miha mijûlî çêkirina rêya navbera gundên bintara Qendîlê ye da ku ew nefta ku li wir heyer, bifroşe Îranê.

Li gorî agahiyên Bas, PKK dixwaze nefta gundê Sergelû derxîne û bi rêya gundên Pirdeşal û Dola Baleyan re derbasî aliyê Îranê bike. Ew rêya ku PKK niha çêdike, derdora 5 km e.

Ew cihê ku PKK dixwaze bîra neftê bikole, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû nefta wir derxîne lê PKKê nehîştibû.

Qayîmeqama bajarokê Ruwandizê, Kuwîstan Ehmed jî li ser vê mijarê ji Basê re gotiye, çend sal berê dema ez şaredara bajarokê Wertê bûm, şîrketeka amerîkî çûbû wir û piştî lêkolînê kir dabû zanîn ku li Sergelû neft heye.

Şaredarê bajaroê Wertê, Saman Mihemed jî ji Basê re gotiye, PKK nahêle ti kes derbasî wan deveran bibe. Tevahiya wan deran ji aliyê PKKê ve hatiye girtin. Ji ber wê jî em nizanin PKK li wan deran çi dike.

Saman Mihemed her wiha gotiye, lê me ji xelkê bihîstiye ku PKK dixwaze nefta Sergelû derxîne û bi tankêran bifroşe Îranê.

Parlamentera YNKê û endama Lêjneya Samanên Sirûştî ya Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayîq jî derheqê vê meselê de ji Basê re gotiye, haya me ji vê yekê nîne û me tiştekî wisa jî nebihîstiye ku PKK dixwaze nefta Qendîlê derxîne û bifroşe.

basnews
Top