OPERASYONÊ DEST PÊ KIR - Demarê DAIŞê dibirin
Peyamnêrê Rûdawê Neberd Husên ji eniyên şer li nêzîkê Şêrgatê ragihand, “Em niha çend kîlometreyek li dûrê rojavayê Şêrgatê ne. Operasyona hêzên Iraqî îro demjimêr 04:00ê sibê dest pê kir. Yekemîn karwanên Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ber bi navenda navçeyê ve diçin. Çekdarên DAIŞê jî dixwazin pêşiya êrîşê bigrin.”
Peyamnêrê me da zanîn ku lbi tevê 3 lîwayên Artêşa Iraqê, hêzekî hezar û 400 kesî yê Heşda Şeibî jî beşdarî operasyonê dibin ku piraniya wan Sûnne ne û xelkê navçeyê ne.
Firokeyên şer ên hevpeymanan jî ji esmanan ve pêgehên DAIŞê bombebaran dikin.
Giringiya Şêrgatê
Navçeya Şêrgatê dikeve başûrê rojhilatê Mexmûrê û herwiha başûrê rojavayê navçeya Hewîce ku ev der weke keleheke sereke ye bo DAIŞê.
Berpirsên Iraqî dibêjin, bi rizgarkirina Şêrgatê deriyê rizgarkirina Hewîce jî vedibe. Bi rizgarkirina vê navçeyê xelkên koçber dikarin bi rehetî vegerin malên xwe.
Navçeya Şêrgatê ji Hezîrana 2014ê ve di bin destê DAIŞê de ye.
Rudaw
