Erdogan êrişî Beşa Esed kir: Çima hinek dewlet vî qatilî diparêzin!
Erdogan, ku ji bona civîna civata giştî ya NY çûye Amerîkayê, ji ajansa Reutersê re axivî. Erdogan derheqê rewşa Sûriyê de, êrişî serokê Sûriyê Beşar Esed kir û got, heta Esed li ser kursiya desthilatê bimîne aştî li wî welatî pêk nayê.
Serokomarê Tirkiyê, ku heyamekî ji Esed re digot “Birayê min yê ezîz”, hêrsa xwe anî ziman û got, çima hinek dewlet vî qatilî diparêzin?! Qedera Sûriyê di destê gelê Sûriyê de ye. Divê cîhan ji Sûriyê re çareyeke bêyî Esed bibîne.
Erdogan behsa rêberê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulen, ku li Amerîkayê ye, jî kir û got, eger Amerîka bi rastî hevalbendê me ye divê êdî ti bihaneyek wan bo girtina Gulen nemîne.
Basnews
