• Monday, 23 February 2026
logo

Ceferî daxwaz kir hêzên Tirkîyê ji Îraqê derkevin

Gulan Media September 20, 2016 Nûçe
Ceferî daxwaz kir hêzên Tirkîyê ji Îraqê derkevin

Wezîrê derve yê Îraqê ragîhand; Bexda dijî mana hêzên Tirkîye li devera Başîkê, her livîneka serbazî jî li ser sînorên herdu welatan bê agehdarîya Bexda ret dikin.

Di perawêza kombûna welatên bê layen da li welatê Venezuwêla, Îbrahîm Ceferî, wezîrê derve yê Îraqê, di gel Mewlûd Çawîşoglu, wezîrê derve yê Tirkîyê da kom bû, dawî pêşhatên deverê gotubêj kirin.

Li gorî ragîhandineka wezareta derve ya Îraqê, Ceferî bo hevkîfê xwe yê Tirkîyê, hêbetîya xwe ji daxuyanîyên berpirsên Tirk dîyar kir, yên dixwazin operasyoneka weku ya Sûrîyê li nav Îraqê bikin.

Ceferî got jî: bi hemû awayekî her operasyoneka serbazî li ser sînorên wan û bê agehdarîya pêşwexta hikûmeta Bexda, ew ret dikin.

Ceferî ragîhand jî; Bexda dubare dîjayetîya xwe bo mana serbazên Tirkîyê li nêzîkî Başîkê dîyar kir, daxwaz jî kir ew hêz ji Îraqê derkevin.

War.tv
Top