• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka li Kobanî pîsta balafiran û navenda serbazî çêkir

Gulan Media September 20, 2016 Nûçe
Amerîka li Kobanî pîsta balafiran û navenda serbazî çêkir
Navenda serbazî û pîsta danîna balafiran a Amerîka li bajarê Kobanî xilas bû. Tê gotin ku dê balafirên kargo jî tê de danin.

Rayedarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kir ku ew navenda serbazî û pîsta danîna balafiran a Amerîkayê, ku li gundê Sabit li başûrê bajarê Kobanî dihat çêkirin, xilas bûye.

Wî rayedarê QSDê her wiha got, ew navenda serbazî 2 meh berê xilas bûye û 2 hefte beriya niha jî du balafirên mezin ên kargo li wê pîstê danîbûn.

Li gorî agahiyên wê rayedarê QSDê, wan balafiran ji sivîlên bajarê Minbicê yên ku ji ber şer malên wan wêran bûne, re alîkarî biribûn.

Hat gotin ku navenda serbazî ya Amerîka ji aliyê şervanên YPGê ve tê parastin.
Top