• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Macarîstan li Iraqê kir

Gulan Media September 20, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Macarîstan li Iraqê kir
Roja dûşem 19.09.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Atîla Tar Balyozê nû yê welatê Macarîstan (Hengarya) li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Macarîstan li Iraqê silavên Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina bi hev awayîbûna dîroka gelê Kurdistan û Macarîstanê, behsa têkoşan û ezmûn û xebata Serok Barzanî ya bi navê azadiyê da kir û pêzanînên xwe ji bo azayetî û çanda bilinda gelê Kurdistanê hebû û pesnê rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstan kir û Pêşmerge bi fakterê aramiya li navçeyê da zanîn. Her wiha palpiştî û dostayetiya welatê xwe ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dûpatkir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Wezîrê Macarîstanê kir û xweşhaliya xwe jî ji bo kûrbûn û pêşketina peywendiya dostaneya di navbera her dû gelê Kurdistan û Macarîstanê de nîşan da û pesnê xebat û keda gelê Macarîstanê ya ji bo gihîştina azadiyê kir. Her wiha ji bilî balkişandina rola Balyozê berê yê Macarîstanê li kûrkirina peywendiyên her dû aliyan, hêviya serkeftinê jî ji bo Balyozê Macarîstanê li erk û karê wî yê nû de xwest.

Her li vê hevdîtinê de behsa gefa terorîstan û azadkirina Musil û paşaroja navçeyê kir û her dû alî hêviya wê yekê xwestin ku giriftan bi awayeke aştiyane û li rêya diyalogê bêne çareser kirin.

Top