Serokê IHDê jî ji kar dûr xistin
Îro teblîxat ji Bîlîcîyî re çû, wî ji bianetê re got li ser teblîxatê ti sebeb nehatine eşkerekirin.
Li ser teblîxata Racî Bîlîcîyî hatiye nivîsîn ku ”ew li dijî xalên 6,7,8 û 10ê yên Qanûna Karmendên Dewletê ya 657ê tevgeriyaye”
Li van qanûnan hatiye nivîsîn ku divê karmendên dewletê bi Qanûna Bingehîn ve girêdayî bin û navê dewletê kirêt nekin.
Racî Bîlîcî yek ji endamên Egîtîm Senê (Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê) ye. Bîlîcî digel dersdarên dî yên ji karê xwe hatînbidûrxistin ji roja hatîn bidûrxistin ve li Egîtîm Senê dirûnin.
