• Monday, 23 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyeyê çar welatiyên Kurd kuşt

Gulan Media September 19, 2016 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê çar welatiyên Kurd kuşt
Li navçeya Şehba ya li gundewarê Helebê artêşa Tirkiyê komkujiyek dermafê malbatekê de li gundê Qere Koz pêk anî.

Jêderên xwecihî ji gundewarê Helebê ragihandin ku, avêjtokên artêşa Tirkî gundê Qere Koz topbaran kirin û di encamê de 4 kes ji malbata Cum`a Mihemed Elî û 2 zarokên din jiyana xwe ji dest dan.

Heman jêderan wisa domandin, hêzên rikberiyê bi piştegiriya artêşa Tirkiyê gundên Tat Himis û Qentera yên li navçeya Şehba kontrol kirin piştî ku çekdarên rêxistina DIŞIê ji herdu gundan bêyî şer vekişiyan.

Top