• Monday, 23 February 2026
logo

Bi 22 parêzgarên Bakur re civîneke ewlekariyê

Gulan Media September 19, 2016 Nûçe
Bi 22 parêzgarên Bakur re civîneke ewlekariyê
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bi parêzgarên 22 bajarên Bakurê Kurdistanê re civîneke ewlekarî ya taybet lidar xist.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, bi 22 parêzgarên Bakurê Kurdistanê re civiya. Civîn li navçeya Golbaşî ya Enqerê hat kirin û 9 demjimêr û nîv berdewam kir.

Derbarê civînê de daxuyaniyek fermî nehat dayîn.

Fermandarê Giştî yê Cendermeyan û Birêveberê Ewlekariya Giştî jî beşdarî civînê bûn.

Şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê zêde dibe û erkdarkirina qeyûman bo şaredariyan û jikardûrxistina mamosteya, li Bakurê Kurdistanê nerazîbûnek mezin derxistiye meydanê.

K24
Top