Bi 22 parêzgarên Bakur re civîneke ewlekariyê
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, bi 22 parêzgarên Bakurê Kurdistanê re civiya. Civîn li navçeya Golbaşî ya Enqerê hat kirin û 9 demjimêr û nîv berdewam kir.
Derbarê civînê de daxuyaniyek fermî nehat dayîn.
Fermandarê Giştî yê Cendermeyan û Birêveberê Ewlekariya Giştî jî beşdarî civînê bûn.
Şer û pevçûn li Bakurê Kurdistanê zêde dibe û erkdarkirina qeyûman bo şaredariyan û jikardûrxistina mamosteya, li Bakurê Kurdistanê nerazîbûnek mezin derxistiye meydanê.
K24
