Bo cara yekem Kurd beşdarî civîna NY dike
Li gorî zanyariyên taybet ku dest waranpress ketine biryare bo cara yekem nunerê Kurdistanê beşdariya civînên civata giştî ya NY bike.
Jêderekî taybetî ji Serokatiya Kurdistanê ji waranpress re eşkere kir ku biryare bo cara yekem Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fûad Husên li gel şandeke hikûmeta Îraqê a bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê serdana Amerîkayê bike û bi nuneratiya Kurdistanê beşdarî di civînên civata giştî ya NY bike ku biryare 19ê Îlonê destpê bikin.
