• Monday, 23 February 2026
logo

Heşda Şeibî ya Sûrî gefê li PYDê dixwe

Gulan Media September 19, 2016 Nûçe
Heşda Şeibî ya Sûrî gefê li PYDê dixwe
Li bajarê Hesekê “Heşda Şeibî ya Erebî ya Sûrî” bi daxuyaniyekê xwe damezrandina xwe radigihîne û gefê li PYDê dixwe.

Li gor daxuyaniyekê ku çapek jê gihêşt destê K24ê, tê de hatiye ku Heşda Şeibî ya Erebî ya Sûrî li bajarê Hesekê hatiye avakirin û dê şerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li herêma Cizîrê û bakurê Sûriyê bike.

Heşda Şeibî ya Erebî ya Sûrî PYDê tuhmetbar dike, ku pêkhateyên Ereb û Aşûrî ji deverê koçkirin dike û li şûnê Kurdan bicih dike. Herwiha li gor daxuyaniyê ewê rûbirûyî sîstema federalîzmê û Rêveberiya Xweser ya ku PYDê ragihandiye bin.

Herwiha her kesek li aliyê PYDê raweste jî, dê ji aliyê wan ve were armanckirin û daxwaz ji Erebên hevalbendên PYDê kir ku, ji wê partiyê veqetin, ji ber ku ewê dest bi revandin û kuştinê bikin.

Heşda Şeibî ya Erebî ya Sûrî di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji kesên sîvîl kir, ji rêbend û xalên PYDê bi dûr bikevin, ji ber ku ewên werin armanckirin.

k24
Top