• Monday, 23 February 2026
logo

ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Şerekî giran dest pê kir

Gulan Media September 19, 2016 Nûçe
ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Şerekî giran dest pê kir
Li navçeya Pîranaşarê ya Rojhilatê Kurdistanê, di navbera hêzekî kurdî û pasdarên Îranê de şer û pevçûn derket.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku îşev (18-09-2016) li herêma Berê Mêrganê ya navçeya Pîranşarê, di nava şervanên kurd û artêşa pasdarên Îranê de pevçûn derketiye.

Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku heta niha jî şer berdewam e lê nayê zanîn ka şervanên kurd yên kîjan aliyê ne.

Li gorî zanyariyan 2 endamên xwecîh ên pasdarên Îranê birîndar bûne.

Rudaw
Top