ROJHILATÊ KURDISTANÊ – Şerekî giran dest pê kir
Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand ku îşev (18-09-2016) li herêma Berê Mêrganê ya navçeya Pîranşarê, di nava şervanên kurd û artêşa pasdarên Îranê de pevçûn derketiye.
Çavkaniya Rûdawê da zanîn ku heta niha jî şer berdewam e lê nayê zanîn ka şervanên kurd yên kîjan aliyê ne.
Li gorî zanyariyan 2 endamên xwecîh ên pasdarên Îranê birîndar bûne.
Rudaw
