Mekteb siyasiya PDKê behsa hin mijaran kir
Duh mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî bo giftûgo kirin derbarê hin mijaran de civiya.
Di destpêka civîna han de behsa serdana Serokê Kurdistanê bo Tirkiye û çend welatên Ewrûpayî û encamên civîn û hevdîtinên Serok Barzanî yên li gel rayedarên wan welatan û herwiha serdana şanda Amerîkayî bo Kurdistanê hate kirin.
Di civîna mekteb siyasiya PDKê de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê, hewldanên heyî yên bo derbas kirina alozî û çareser kirina qirîzên heyî hate kirin.
Her di heman civînê de jî behsa amadekariyên heyî yên bo destpê kirina operasiyona azad kirina Mûsilê jî hate kirin.
