• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Rojava gireva birçîbûnê bidawîbû

Gulan Media September 19, 2016 Nûçe
Li Rojava gireva birçîbûnê bidawîbû
Li ser daxwaza malbatên girtiyan û Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS), gireva birçîbûnê ya li Rojavayê Kurditanê bidawî bû.

Duh 18 Eylûlê, Emîdariya Giştî ya ENKSê li bajarê Qamişlo konferanseke rojnamevanî lidar xist, tê de hat ragihandin ku, li ser daxwaza malbatên girtiyan îro li hemû bajar û bajarokê Kurdistana Sûriyê dawî li çalakiya greva birçîbûnê tê.

Endamê Emîdariya Giştî ya ENKSê Mihsin Tahir di konferansê de got. “Em wek ENKSê dawî li çalakiya gireva birçîbûnê tînin, lê em çalakiyên xwe yên aştiyane berdewam dikin, heta girtiyên me ji girtîgehên PYDê de serbest tên berdan.”

Herwiha Serokê Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo Şemdîn Nebî ku bi xwe yek ji girevgirtiyan bû, spasiya rojnamevan û dezgehên ragihandinê kir, ku rewşa çalakiya gireva birçîbûnê dişopandin. Herwiha got ku, ew biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê li ser xwe qebûl dikin û daxwaz kir ku girtiyên ENKSê ji zîdanan serbest bêne berdan.

Bo şermezarkirina girtina siyasetmendaran ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê, ji roja yekem ya cejna Qurbanê 12 Eylûlê ve Xwecihiya Rojhilatê Qamişlo ya ENKSê dest bi gireveke birçîbûnê kiribû, di roja heftem de jî dawî li greva xwe anî.

Basnews
Top