• Sunday, 22 February 2026
logo

4 grûpên Artêşa Azad a Sûriyê ji Mertalên Firatê vekişandin

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
4 grûpên Artêşa Azad a Sûriyê ji Mertalên Firatê vekişandin
Piştî ku hêzên Amerîkayê çûn bajarokê El Raî yê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, weke nerazîbûn 4 grûpên girêdayî Artêşa Azad ya Sûriyê xwe ji operasyona Mertalên Firatê ya Tirkiyê pêşengtiya wê dike vekişandin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê 8 grûbên Artêşa Azad naxwazin ligel leşkerên Amerîka tevlî operasyonan bibin. Tirkiye ji bo razîkirinê di navbera leşkerên Amerîka û wan grûban de civînek lidarxist. Li gor agehdariya komên Artêşa Azad nehatin razî kirin û tê çaverêkirin civînek din jî were lidarxistin.

Grûpên bi navê Ehral el-Şarqiye, Şoreşgerên Mare, Sûkur Cebel û Siwar Tel Rifat ji Mertalên Firatê cûda bûn û bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê biçin başûrê Helebê.

Roja 16ê îlonê li ser daxwaza Tirkiyê 29 leşkerên Amerîka hatibûn bajarokê El-Raî û li ser vê yekê di navbera wan û çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê de alozî derketibû. Piştre leşkerên Amerîka hatibû qewitandin.

K24
Top