• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka: Me bi şaşî lê xist!

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
Amerîka: Me bi şaşî lê xist!
Rêveberiya Obama derbarê bombebarankirina Artêşa Sûriyê ji aliyên firokeyên şer ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka serpereştiya wan dike de ragiahnd.

Hikûmeta Sûriyê duh daxuyand ku navendên wan ên li Deyre Zorê ji hêla hevpeymana navdewletî ya Amerîka pêşekiya wê dike hatin bombebaran, di encamê de 62 leşkerên wan hatine kuştin.

Li gor medya Amerîkayê çavkaniyekî ji rêveberiya Amerîkayê li ser navê serokê wî welatî Barack Obama ragihandiya ku ew xemgînin ku bi şaşî 83 leşkerên Artêşa Sûriyê kirine hedefa xwe.

Beriya daxuyaniya rêveberiya Obama, Fermangeha Hêzên Navendî yên Amerîka (CENTCOM) derbarê bombebarankirina Artêşa Sûriyê li Deyre Zorê ji hêla hevpeymana navdewletî ve daxuyanî dabû.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hatibû ragihandin, wan dihesibandin ku ew çekdarên DAIŞê ne, lê ne dizanîn ew leşkerên ser bi Artêşa Sûriyê ve ne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Igor Konaşenkov derbarê vê yekê de wiha gotibû: "Îro hevpeymana li dijî DAIŞê bi du firokeyên F-16 û du firokeyên A-10 4 êrîş birine ser yekîneyên hêzên hikûmeta Sûriyê ku li Deyre Zorê li nêzîka firokxaneya ji hêla DAIŞê ve hatine dorpêçkirin.”

Rudaw
Top