Eşkere bû ku çima hevjîna Talebanî ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê hêrs bûye
Dilşad Şeiban, ji malpera fermî ya PDKê re behsa hinartina petrola Kerkûkê û rêkeftina vê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê di wî warî de kiriye û gotiye, beriya ku Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrola Kerkûkê li hev bikin, rojane 150 hezar bermîl petrola Kerkûkê dihat firotin û pereyê wê jî ne diket xezîneya hikûmetê ne diçû berîka Kerkûkê ne jî diçû Bexdayê!
Alîkarê serokê Lêjneya Samanên Sirûştî her wiha gotiye, belge nîşan didin ku beriya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê rojane 150 hezar bermîl petrola Kerkûkê dihat firotin lê piştî rêkeftinê êdî hat sekinandin.
Li gorî wî parlamenterê Kurdistanê, dijîtiya hevîna Talebanî li hember rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser petrola Kerkûkê jî ji ber wê ye ku hinartin û firotina veşartî ya petrola Kerkûkê hatiye sekinandin.
Tê zanîn, piştî ku Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrola Kerkûkê li hev kirin, hevjîna Talebanî nameyek ji serokwezîrê Iraqê re şandibû û jê xwestibû, wê rêkeftinê betal bike.
Beriya niha BasNewsê eşkere kiribû ku beriya rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, hevjîna Talebanî rojane bi qasî 5 milyon dolar petrola Kerkûkê difrot û pereyê wê jî dixist berîka xwe!
Basnews
