• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê piştevanîya xwe bo Nadya Murad ragîhand

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
Parlementoya Kurdistanê piştevanîya xwe bo Nadya Murad ragîhand
Perlemanê Kurdistanê, piştevanîya xwe bo keçe Kurda Êzîdî Nadye Murad ragîhand û dîyar kir, perlemanê Kurdistanê serbilinde ku keçeka Êzîdî, bûye hêmayê bergirîkirinê ji mirovayetîyê.

Di ragîhandinekê da, diktor Cefer Êmînkî cîgirê serokê perlemanê Kurdistanê, pîrozbahî li Nadye Murad keçe Kurda Êzîdî kirin ku wek balyoza nîyazpakîyê li Neteweyên Yekgirtî dest bikarbûye û dîyar kir, serbilindîye ku keçeka Êzîdî bibe hêmayê bergirîkirinê ji hemû mirovayetîyê û bi taybet jî ji keç û jinên Êzîdî û hemû xelkê Kurdistanê, piştî ku tûşî hovîtirîn cînosayda li ser destê Daişê bûne.

Cîgirê serokê perlemanî, serbarî ragehandina temama piştevanîya perlemanê Kurdistanê, hêvî xwestîye ku ev gave derfeteka giring be ku keysa cînosayda Êzîdîyan, li hemû cîhanê bê nas kirin.

K24
Top