• Monday, 23 February 2026
logo

PEYAMEKE GIRING: Piştgiriya doza kurd dikim

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
PEYAMEKE GIRING: Piştgiriya doza kurd dikim
Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Jeremy Corbyn ragihand ku ew piştgiriya doza kurdan dike û herwiha pişta rewenda kurd li Brîtanyayê jî digre.

Jeremy Corbyn ku serokê duwemîn partiya mezin a Brîtanyayê ye, di kongreya partiya xwe de ji bo rewenda Kurd a li Londonê gotarek pêşkeşkir.

Corbyn ji Rûdawê re axivî û got ku ew li Londonê piştevaniya rewenda kurd dike û wiha axivî:

“Min beriya niha jî weke parlamenter ji bo alîkariya kurdan kar kir. Heman awayî di dema kampanyayên hilbijartinê de jî demek zêde daye mafê penaberî û nîştecîbûna kurdan. Ez spasiya rewenda kurdî dikim ku ev hemû kar jî kirine.”

Serokê Partiya Karekeran di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li Sûriyê pêwistî bi agiberst û çareseriya siyasî heye û wiha got:

“Li Sûriyê pêwîstiya me bi agirbest û çareseriya siyasî heye. Bêguman ev yek kurdan jî digre navxwe. Ne tenê kurdên Iraqê, kurdên Sûriyê û Tirkiyê jî eleqeder dike.”

rudaw
Top