• Sunday, 22 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji serokatiya civata wezîrên Herêma Kurdistanê

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
Daxuyaniyek ji serokatiya civata wezîrên Herêma Kurdistanê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser wan kirîzên Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, daxuyaniyekê diweşîne û hemû aliyên siyayên Herêma Kurdistanê yên beşdar di hikûmeta herêm û parlamentoya Kurdistanê de bo beşdarîkirin di civîneke berfireh de vedixûne ku, bi hev re pirs û kirîzên hene gotûbêj bikin û di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de çarseriya jê re peyda bikin.

Ev li jêr teksta daxuyaniya serokatiya civata wezîran:

Ev heyameke aliyên siyasiyên beşdar di hikûmeta herêm û parlamantoya Kurdistanê de, bi rêya kanalên ragehandinê dîtin, têbînî û hizir û bîrên xwe cuda-cuda li ser kirîzên Herêma Kurdistanê û çewaniya çareserkirina wan kirîzan û pirsa dahatinî û xerciyên hikûmetê berçav dikin.

Serokatiya civata wezîran bi başî dizane ji bo berçavkirina data û zaniyariyên rast û dirust di van waran de, hemû aliyên siyasiyên beşar di hikûmeta herêm û parlamentoya Kurdistanê de bo civîneke berfireh vexûne û li ser van pirsan û timama data û zaniyariyan û pêngavên hikûmetê yên ji bona çaksaziyê gotûbêj bikin û hemû bi hev re ji bo berjewendiya giştî kar ji bona serxistina bernameya rûbirûbûn û derbaskirina kirîzan bikin.

Serokatiya civata wezîrên Herêma Kurdistanê
17.09.2016

Top