• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞê li Başîk û Guwêrê êrîşî Pêşmerge kir

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
DAIŞê li Başîk û Guwêrê êrîşî Pêşmerge kir
Çekdarên DAIŞê îro serê sibehê, ji bereyên Başîk û Guwêrê êrişî sengerên Pêşmerge kir û li eniya Başîkê şerê di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên rêxistinê de hê jî berdewam e.

Çavkaniyeke ji hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ji Rûdawê re ragihand ku DAIŞê bi hewanan sengerên Pêşmerge topbaran kirine û Hêzên Pêşmerge jî bersivekî tund dane çekdaran û şer hê jî berdewam e.

Heman çavkaniya Pêşmerge ragihand ku ti ziyanek negihîştiye hêzên Pêşmerge, ziyan gihîştiye çekdarên DAIŞî, lê belê heya niha zanyariyên temam li berdest nînin.

Her wiha di seat 05.00ê vê sibehê DAIŞê li gundê Kenhişe bi heman awayî sengerên Pêşmerge topbaran kirin û piştî seat û nîvekê ew êrîşa rêxistinê hatiye şikandin.

Çavkaniyeke ji fermandehiya hêzên Pêşmerge jî Rûdawê re ragihand, piştî ku Hêzên Pêşmerge bersiva êrîşa DAIŞê da û sengerên wan topbaran kirin û niha rewş heya astekê aram bûye û herwiha di vî şerî de ti ziyanek negihîştiye Hêzên Pêşmerge.

Li Xazirê 2 şehîd
Ji aliyê din ve li Eniya Xazirê di encama êrişeke xwekujî de 2 pêşmerge şehîd bûn.

Fermandarê Eniya Başîkê Hemîd Efendî diyar kir ku îor li Eniya Xazir çekdarekî bi dizî xwe gihandiya eniya Hêzên Pêşmerge û bombeya bi ser xwe ve teqand.

Hemîd Efendî got, di encama êrişê de 2 pêşmerge şehîd bûne û 3 jî birîndar bûne.

Li Eniya Xazirê Fermandarekî Pêşmerge amaje dike ku edî rêxistina DAIŞê lawaz bûye û ew hêza wê nemaya ku êrişên bibandor bike.

Rudaw
Top