• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serok Komarê Iraqa Federal kir
Roja şemî 17.09.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Dr Fuad Mehsum Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Li hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraq û navçeyê nirxandin û behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û amadekariyên proseya azadkirina Musilê kirin.

Li mijareke dinê hevdîtinê de tekez li ser pabendbûna çareseriya diyalog û guftûgoya binyatnerane li çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal kirin.

Behskirina guhertinên navçeyê bi awayeke giştî, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
Top