• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka li artêşa Sûriyê da: Bi dehan serbaz hatin kuştin

Gulan Media September 18, 2016 Nûçe
Amerîka li artêşa Sûriyê da: Bi dehan serbaz hatin kuştin
Balafirên şer ên hêzên hevpeyman bi serokatiya Amerîka, li hêzên rêjîma Sûriyê dan, bi dehan serbaz hatin kuştin. Artêşa Amerîka dibêje, ew êriş “bi xeletî” çêbûye.

Duh balafirên şer ên hêzên hevpeyman li bajarê Dêrazorê yê Sûriyê li çeperên hêzên rêjîma Sûriyê dan.

Li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, di encama wê êrişê de herî kêm 80 serbaz hatin kuştin.

Derheqê bûyerê de, fermandehiya navendî ya artêşa Amerîka (CENTCOM) li ser twîttera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand, balafiran dixwestin li çekdarên DAIŞê bidin lê bi xeletî li hêzên Sûriyê dane.

Piştî wê bûyerê, Rûsyayê daxwaza civîna awarte ya Encumena Asayişa Navdewletî kir.

Basnews
Top