Amerîka li artêşa Sûriyê da: Bi dehan serbaz hatin kuştin
Duh balafirên şer ên hêzên hevpeyman li bajarê Dêrazorê yê Sûriyê li çeperên hêzên rêjîma Sûriyê dan.
Li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirov a Sûriyê, di encama wê êrişê de herî kêm 80 serbaz hatin kuştin.
Derheqê bûyerê de, fermandehiya navendî ya artêşa Amerîka (CENTCOM) li ser twîttera xwe ya fermî daxuyaniyek da û ragihand, balafiran dixwestin li çekdarên DAIŞê bidin lê bi xeletî li hêzên Sûriyê dane.
Piştî wê bûyerê, Rûsyayê daxwaza civîna awarte ya Encumena Asayişa Navdewletî kir.
Basnews
