Rêkevtina Moskow û Washingtonê: Rojava dibe 2 herêmên federal
Mariya Zaxarova îro li Moskow a paytexta Rûsya konfranseke rojnamevanî li dar xist.
Zaxarova di bersiva pirsyareke Rûdawê ya li ser rêkevtina Amerîka-Rûsya bo ragihandina agirbestê li Sûriyê de got, ku Rûsya amade ye naveroka rêkevtina agirbestê aşkere bike.
Zaxarova herwiha da xuyakirin, ku Amerîka naxwaze naveroka vê rêkevtina navbera Moskow-Washington bo raya giştî were aşkerekirin.
Ji aliyekê din ve çavdêrên Rûs di vê baweriyê de ne, ku Rûsya û Amerîka li hev kirine, ku di qonaxa veguhêz a li Sûriyê de, Serokê Sûriyê Beşar Esed ji kar were dûrxistin.
Herwiha li gorî çavdêrên Rûs, Moskow û Washingtonê li ser wê yekê jî rêkevtin kirine, ku ew hêzên niha li ser erdê hene û hin cih kontrol kirine, li cihê xwe bimînin û Sûriye jî bibe welateke federal û demokratîk.
Li gorî zanyariyan, Amerîka û Rûsya di rêkevtina xwe ya derbarê kirîza Sûriyê de, li hev kirine, ku yekparçeyiya axa Sûriyê biparêzin, lê bi ser çend herêman de were dabeşkirin.
Herwiha behsa wê yekê tê kirin, ew hêzên ku niha li Sûriyê li ser erdê hene û çend derveran kontrol dikin, li cihê xwe bimînin û kontrola xwe bidomînin.
Ji aliyekê din ve Amerîka û Rûsya li hev kirine, ku destûrek nû bo Sûriyeya pêşerojê were amade kirin û tê de federalî weke sîstema rêvebirina welat were diyarkirin.
Çavdêrên Rûs dibêjin, her di çarçoveya wê rêkevtinê de, her du kantonên Cizîrê û Kobanî dê bibin herêmek federal û Efrîn jî dê weke herêmek cuda bimîne, ku bi vî awayî Rojavayê Kurdistanê dbe du herêman federal.
Rudaw
