• Monday, 23 February 2026
logo

Amerîka: Hemû Kurd bi hev re kar bikin

Gulan Media September 17, 2016 Nûçe
Amerîka: Hemû Kurd bi hev re kar bikin
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew bi baş dibînin ku hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby roja Înê 16ê Îlona 2016 li Washington a paytext konfranseke rojnamevanî li dar xist.

John Kirby di bersiva pirsyareke Rûdawê de ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de komek destkevt bi dest hatine û ew dê berdewam bin li ser alîkariya wan hêzên ku li ser erdê li dijî DAIŞê şer dikin.

John Kirby herwiha derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê û pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî got: “Em bi baş dibînin, ku hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re kar bikin. Herwiha em dixwazin hevrêzî di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be.”

Rudaw
Top