• Monday, 23 February 2026
logo

Koreya başûr peyvendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê berfireh dike

Gulan Media September 17, 2016 Nûçe
Koreya başûr peyvendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê berfireh dike
Koreya başûr di asta peyvendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê berfireh dike û bûroya xwe li Hewlêrê nahêle.

Çavkaniyek ji konsolxaneya komara Koreya başûr li Hewlêrê ji BasNewsê re ragehand, roja 22.08.2016ê ve asta nûnertiya wan li Herêma Kurdistanê ya wek bûroya balyozxaneyê bilind kirine û nûnertiya Koreya başûr li Herêma Kurdistanê bûye konsolxane.

Heman çavkaniyê amaje bi vê jî kir, ku bilind kirina asta nûnertiya wan a konsolxaneyê, asta peyvendiyên Hewlêr û Seoulê berfirehtir dike.

Li gor malpera fermî ya peyvendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, bi konsolxaneya Koreya başûr ve 19 konsolxane nûnertiya welatên cîran ên erebî û cîhanî li Herêma Kurdistanê vekirine, li gel 13 bûroyên balyozxaneyan.

Basnews
Top