• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka: Dr. Vaîl hat kuştin

Gulan Media September 17, 2016 Nûçe
Amerîka: Dr. Vaîl hat kuştin
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, Dr. Vail ê ku weke “Wezîrê enformasyona DAIŞê” tê zanîn hat kuştin.

Berdevke Wezareta Parastina Amerîkayê Peter Cook di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku Vail Adil Hasan Selman El Fayad ê ku weke Dr. Vail tê nasîn di 7 Îlonê de li bajarê Reqayê di encama operasyonekê de hat kuştin.

Peter Cook amaje kir ku Dr. Vail “wezîrê enformasyona DAIŞê” bû û di heman demê de endamê şûraya bilind ê rêxistinê bû wiha domand: “Vail rêveberê produksiyona ku ji bo propagandeyên rêxistinê vîdeoyên êşkence û kuştinên DAIŞê amade dikir bû.”

Cook destnîşan kir ku Dr. Vail ligel Berdevekê DAIŞê Mihemed El Adnanî dixebitî ku di 30 Tebaxê de li Sûriyê hatibû kuştin.

Rudaw
Top