• Monday, 23 February 2026
logo

Barzanî û Fuad Mehsûm li hev dicivin

Gulan Media September 17, 2016 Nûçe
Barzanî û Fuad Mehsûm li hev dicivin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm li hev dicivin.

Barzanî û Fuad Mehsûm dê îro li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê li Pîrmamê, li hev rûnên û li ser çend mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj bikin.

Li gorî agahiyan, Barzanî û Mehsûm dê li ser şerê DAIŞê û paşeroja rêveberiya parêzgeha Neynewa (Mûsil), peywendiyên Hewlêr û Bexdayê her wiha rewş û peywendiyên partiyên siyasî yên Kurdistana Başûr gotûbêj bikin.

Tê gotin ku her du serok dê li ser rewşa YNKê jî danûstandin bikin. Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, endamê Polîtburoya YNKê ye jî.

Basnews
Top