Sûriye…Artêşa azad şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê derdixe
Heftiya borî, artêşa azad bi piştevaniya artêşa Tirkiyê û balefirên şer ên Amerîkayê ve, ketin nav bajarokê Raî yê ya bi ser El Babê ku dikevin ser parêzgeha Heleba Sûriyê.
Piştî demekî kêm, ku ketin bajêr, çekdarên artêşa azad a Sûriyê, tîmên leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji bajarokê Raî yê derxistin.
Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan Ramî Ebdulrehman ji Şerqulewset re ragehand; Amerîkayiyan li wî bajarokî plan datînan ku navçeyeke din rizgar bikin, lê çekdarên artêşa azad bi dirûşmên ev dagirkeriya xaçperestane li dijî Amerîkayiyan avêtin û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî naçar kirin xwe paşde bikşînin.
Basnews
