• Sunday, 22 February 2026
logo

Sûriye…Artêşa azad şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê derdixe

Gulan Media September 17, 2016 Nûçe
Sûriye…Artêşa azad şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê derdixe
Çekdarên artêşa azad a opozîsyona Sûriyê, hejmarek leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li bajarokê Raî yê derxistin.

Heftiya borî, artêşa azad bi piştevaniya artêşa Tirkiyê û balefirên şer ên Amerîkayê ve, ketin nav bajarokê Raî yê ya bi ser El Babê ku dikevin ser parêzgeha Heleba Sûriyê.

Piştî demekî kêm, ku ketin bajêr, çekdarên artêşa azad a Sûriyê, tîmên leşker û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê ji bajarokê Raî yê derxistin.

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan Ramî Ebdulrehman ji Şerqulewset re ragehand; Amerîkayiyan li wî bajarokî plan datînan ku navçeyeke din rizgar bikin, lê çekdarên artêşa azad bi dirûşmên ev dagirkeriya xaçperestane li dijî Amerîkayiyan avêtin û şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî naçar kirin xwe paşde bikşînin.

Basnews
Top