• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka bingeheke leşkerî li Girê Spî ava dike

Gulan Media September 16, 2016 Nûçe
Amerîka bingeheke leşkerî li Girê Spî ava dike
Şandek ji yekîneyên Amerîkî serdana bajarokê Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê kir û biryara avakirina bingeheke leşkerî lê dike.

Peyamnêrê K24 ragihand ku, şanda Amerîkî digel rîsipyên eşîre û hin berpirsên Rêveberiya Xweser civiyan û çend mijar giftûgokirin, û şanda Amerîkî soza parastina bajêr ji êrîşên DAIŞê da.

Şanda Amerîkî xendek û tunêlên ku DAIŞê ji Tirkiyê berev bajêr bikar tanîn pişknîn kirin. Piştî ku li bajêr û derdora wî geriyan, alên xwe danîn ser xanî û avahiya Rêveberiya Postê.

Herwiha şanda Amerîkî ligel Rêveberiya Xweser rêkeftin ku bingeheke leşkerî li gundî Minbitihê yê 2 k.m li rojavayê Girê Spî dikeve, ava bikin.
K24
Top