Amerîka daxwaza parastina yekrêziyê li PDKê û YNKê dike
Brett Macgork di Twittekê de nivîsiye: “Mer gotûbêj ligel haevalên xwe yên kevin di nav Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistnê (YNK) kir, me daxwaz ji wan kir yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin.”
Herwiha nivîsiye: “Yekrêziya aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê rolek serekî di têkşikandina bitemamî ya DAIŞê de dilîze.”
Brett Macgork ligel şanda Amerîkî bû û wê şandê jî serdana Serokê Herêma Kurdistanê MEsûd Barzanî kir.
Îro danê sibê şandeke Amerîka bi serokatiya alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî, Antony Blînken gihîşt Hewlêrê. Nûnerê taybet ê Obama, Brett McGurk jî pê re bû.
Di civînê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka silavên Serokê Amerîka Barak Obama û Cîgirê Serokê Amerîka Jo Daydin gihandin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha spasya rol û qehremaiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên xwe derbarê rola Serok Barzanî di şerê li dijî DAIŞê anîn ziman û ragehand ku, bi qehremaniya Pêşmerge pêşkeftinên mezin di şerê I dijî DAIŞê de pêkhatin.
Basnews
