• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka daxwaza parastina yekrêziyê li PDKê û YNKê dike

Gulan Media September 16, 2016 Nûçe
Amerîka daxwaza parastina yekrêziyê li PDKê û YNKê dike
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî di şerê lidijî DAIŞê deBrett Macgork piştî civîna şanda Amerîkî li Hewlêrê rahgehand ku, îro civîna me li Hewlêrê başbû “Me daxwaz ji YNKê û PDKê kir ku, yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Brett Macgork di Twittekê de nivîsiye: “Mer gotûbêj ligel haevalên xwe yên kevin di nav Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistnê (YNK) kir, me daxwaz ji wan kir yekrêziya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Herwiha nivîsiye: “Yekrêziya aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê rolek serekî di têkşikandina bitemamî ya DAIŞê de dilîze.”

Brett Macgork ligel şanda Amerîkî bû û wê şandê jî serdana Serokê Herêma Kurdistanê MEsûd Barzanî kir.

Îro danê sibê şandeke Amerîka bi serokatiya alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî, Antony Blînken gihîşt Hewlêrê. Nûnerê taybet ê Obama, Brett McGurk jî pê re bû.

Di civînê de Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka silavên Serokê Amerîka Barak Obama û Cîgirê Serokê Amerîka Jo Daydin gihandin Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha spasya rol û qehremaiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û pêzanînên xwe derbarê rola Serok Barzanî di şerê li dijî DAIŞê anîn ziman û ragehand ku, bi qehremaniya Pêşmerge pêşkeftinên mezin di şerê I dijî DAIŞê de pêkhatin.

Basnews
Top