• Monday, 23 February 2026
logo

AGIRÎ – 7 cerdewan, 2 leşker û sivîlek hatin kuştin

Gulan Media September 16, 2016 Nûçe
AGIRÎ – 7 cerdewan, 2 leşker û sivîlek hatin kuştin
Di şerê li Çiyayê Tendûrekê de 7 cerdewan, 2 leşker û sivîlek hatin kuştin, 4 leşker û 2 kesên sivîl jî birîndar bûn.

Li Çiyayê Tendurekê ku dikeve navbera navçeya Bazîda Agiriyê û Çaldirana Wanê, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) demjimêr 21:00ê şeva derbasbûyî êrîşê pêgehên cerdewanan kirin.

Li ser bersivdana hêzên ewlekariya Tirkiyê, pevçûn derket.

Di encama pevçûnan de 7 cerdewan û 2 leşker mirin. Herwiha , 4 leşker û 2 kesên sivîl jî birîndar bûn.

Sivîlekî birîndar jiber giraniya birîna xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe jidest da.

Li herêmê pevçûn berdewam dikin.

Roja 2ê Îlonê jî li Çiyayê Tendurekê şer derketibû û di encemê de 9 leşker û 3 cerdewan hatibûn kuştin.
Top