Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda siyasî û serbazî ya Amerîkayê kir
Li hevdîtinê de Cîgirê Wezîrê Derveyê Amerîka silavên Serok Obama û Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka bi Serok Barzanî gihand û spasî rol û qehremaniya hêzên Pêşmerge kir û pêzanînên xwe yê serkirdayetiya Serok Barzanî ya li mîsogerkirina serkeftinan li dijî terorîstên Da'îş hebû û ragihand bi sedema azayetiya Pêşmerge pêşketineke ber bi çav li şerê dijî Da'îş bi dest hatiye.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Serok Obama û gel û Hikûmet û artêşa Amerîkayê kir ku li şerê terorîstan da palpiştê gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bûne û hêviya ewe jî xwest ku bi hevkarî û karê hevbeşa her dû aliyan serkeftinên mezintir li dijî terorîstan bi dest bînin.
Her li vê civînê de behsa amadekariyan û plana serbazî ya azadkirina Musil û hemahengiya di navbera hêzên beşdarbuyan kir û Serok Barzanî behsa girîngiya hebûna plana siyasî ya qonaxa piştî azadkirina Musilê kir ku ew jî bi navê rêgirtina li kûrtirbûna kêşeyan û parastin û pêdana baweriyeke bi pêkhatan bi taybet Mesîhî û Êzîdiyên parêzgeha Nînowa.
Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan ji bilî piştraskirina rol û pêgeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê azadkirina Musil, plan û stratejiya serbazî û siyasiya Amerîka ya li destpêkirina operasyona azadkirina Musil û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û Serok Barzanî jî têbînî û şîretên xwe yên li ser plana siyasî û serbazî ji bo şanda mîhvan behs kir.
Her li vê kombûnê da her dû alî li ser berdewamiya guvaştina li ser terorîstan hevrê bûn û hemahengî û şêwirînên berdewam di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û hevpeymanan de dûpat kir.
