Bo cara yekem kurdek dibe balyoza Netewên Yekbûyî
Li gorî agahiyan, sibe Înê 16ê Îlonê di merasîmekê taybet de li baregeha Netewên Yekbûyî û bi amadebûna Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Ban Ki moon û balyozên çendîn welatên cîhanê, Keça Kurd a Êzidî Nadiye Murad weke Balyozê Niyetpakiyê yê wê saziya navdewletî dê diyarkirin.
Ev cara yekemîn e ku NY keçke Kurd û herwiha qurbaniyekê destê komên tundrew bo vê kursiyê destnîşan dike.
Nadiye Murad di temenê 23 saliyê de ye û ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye.
Nadiye Murad bo yekemîn car di 16ê Îlona 2016 de beşdarî di civîneke taybet a Encumena Asayişa Navdewletî kir û gotarek li ser êrişên DAIŞê û tawanên wê rêxistinê derheqê Kurdên Êzidî pêşkêş kir.
Nadiye Murad herwiha di wê civînê de, çîroka girtin û îşkencekirin û rizgarbûna xwe ji destê DAIŞê ji amadebûyan re got.
Kovara navdar a Time, navê Nadiye Murad di nav 100 kesatiyên herî bi bandor ên cîhanê di sala 2016 de destnîşan kiriye.
Herwiha Nadiye Murad bo xelata Nobel a aştiyê jî hatiye namzedkirin.
Piştî ku ji destê DAIŞê rizgar bû, Nadiye Murad dest bi geryana bo welatên cîhanê kir û heta niha li gel çendîn Serok, Serokwezîr û berpirsên pilebilind ên welatan hevdîtin pêk aniye û ji wan re behsa çawaniya êrişên DAIŞê û proseya cenosîdkirina Kurdên Êzidî bi destê çekdarên DAIŞê kiriye.
Basnews
