• Sunday, 22 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Li Kerkûkê ti alozî di navbera PDKê û YNKê de nîne

Gulan Media September 15, 2016 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Li Kerkûkê ti alozî di navbera PDKê û YNKê de nîne
Berpirsê Bereya Rojavayê Kerkûkê, durstbûna nakokî û aloziyan li ser bîrên petrola Kerkûkê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de red dike û ragehand: “Hêzên me Kerkûkê wek yek tîm kardikin.”

Endamê Polîtburoya PDKê Dr. Kemal Kerkûkî derbarê belavbûna dengoyekê ku dibêje, alozî û tevgerandina hêzê di navbera PDKê û YNKê de li ser bîrên petrola Kerkûkê ragehand: “Ev yek derewe û ti bingeh jê re nîne.”

Navborî got jî: “PDKê û YNKê gelekî pêbendin, ez bi xwe vê şevê li sengerên Pêşmerge bûm, hemû tiştek asayî bû.”

Dr. Kemal Kerkûkî ji malpera Sinûr Mîdya tekez kirye ku, ti aloziyek di navbera PDKê û YNKê nîne, hêzên wan jî wek tîmekî kar dikin, lêbelê hin kes hene li vir û wir dixwazin rewşê têkbidin, lewma ligorî kêfa xwe zaniyariyan belavdikin.

Basnews
Top