• Sunday, 22 February 2026
logo

Hevdîtina Barzanî û alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka dest pê kir

Gulan Media September 15, 2016 Nûçe
Hevdîtina Barzanî û alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka dest pê kir
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka, Antony Blînken gihîşt Hewlêrê û civîna wî û Barzanî dest pê kir.

Îro danê sibê şandeke Amerîka bi serokatiya alîkarê Wezîrê Derve yê wî welatî, Antony Blînken gihîşt Hewlêrê. Nûnerê taybet ê Obama, Brett McGurk jî pê re ye.

Li gorî agahiyan, qasekî beriya niha hevdîtina Blînken û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmamê dest pê kir, civîn heta niha jî didome.

Heta niha derheqê naveroka hevdîtina Barzanî û Blînken de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Basnews
Top