Cêgir ê wezîr ê derve yê Emerîkayê gehişte Herêm a Kurdistanê
Li gor zanyarîyan di kombûn a di navber a Barzanî û şand a Emerîkayê de şerrê Daişê û operasyûn a rizgarkirin a Mûsilê û rewş a koçberna dê bihê behskirin.
Bilnkin berî hatin a Kurdistanê li gel berpirs ên Îraqê kom bû û di kongireyek a rojnamevanî de behs a pişkkbûn a Îraqê kir û tekez kir ku wan divêt îraq bi hevgirtî û fîdaralê vemîne, lê pirs a pişkkbûn a Îraqê peywendî bi îraqîyan ve heye û ew bi xwe biryarê dê bidin. Herweha got jî emerîkayê divêt di evê qonaxê de hemû alî li dijî Daişê hewl ên xwe çirr bikin.
Herweha li ser pirs a dever ên Kurdistanî li derveyê rêveberî ya Herêmê axift û got: ayînde ya wan deveran li ser biryar a Îaqîyan dimîne û Emerîka dixwaze li gor destûr û yasayê ew pirs û arîşe bihên çareserkirin li hemû wan dever ên arîşe liser hene bi Musil ve jî.
Bilinkin got jî: Em mijûlî amadekarîyanîn bo operasyon a rizgarkirin a Mûsilê û amaje bi wê yekê kir ku pêşbînî dihê kirin ku li gel destpêkirin a operasyonê gelek xelk koçber bibin.
K24
