• Monday, 23 February 2026
logo

HPGê êriş li xwe girt: 18 kuştî, 30 birîndar

Gulan Media September 14, 2016 Nûçe
HPGê êriş li xwe girt: 18 kuştî, 30 birîndar
HPGê berpirsatiya teqîna li Wanê li xwe girt û ragihand, ku teqîn weke bersivekê bo biryara qeyûmê li Bakurê Kurdistanê bûye û destnîşan kir, ku di teqînê de 18 polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de berpirsatiya teqîna li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê qebûl kir.

HPGê ragihand, ku di teqîna li qada Beşyol a bajarê Wanê de, 18 polîsên Tirkiyê hatin kuştin û zêdetirî 30 polîs û endamên dewletê jî birîndar bûn.

Herwiha li gorî daxuyaniyê, 3 wezayitên zirhî yên polîsan jî di encama teqînê de hatin têkbirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku teqîn bi rêya bombeyeke firokeyên Artêşa Tirkiyê bûye, ku di êrişa bo ser gerîlayên PKKê de neteqiyaye û piştre bi wesayitekê ve tê girêdan.

HPGê diyar kir, ku teqîna li Wanê li dijî kirdarên hikûmetê yên bo kuştina Kurdan û herwiha weke bersivekê li hember derxistina biryara qeyûm bo şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatiye encamdan.

Rudaw
Top