• Sunday, 22 February 2026
logo

Samih Reşad: Amerîka ne li dijê ragihandina dewleta kurdiye

Gulan Media September 14, 2016 Nûçe
Samih Reşad: Amerîka ne li dijê ragihandina dewleta kurdiye

Pspor û siyasetzanekî ereb ê Misrê dibêje, dewleta kurdî ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, êdî pir nêzîk bûye û wisa xuya dike Amerîka û dewletên mezin dê çira kesk jê re vêxin.

Pspor û siyasetzanê navdar ê Misrî, Samih Raşd di gotarekî bi navê “Dewleta Kurdî bi kefaleta Derve” de behsa dewleta kurdî û serxwebûna Kurdistana Başûr kiriye û gotiye, Serok Barzanî di heyama mehekê de çar caran daxwaza cihêbûna Herêma Kurdistanê û ragihandina dewleta kurdî kiriye, ev jî nîşan dide dewleta kurdî ji hemû demekê nêzîktir bûye.

Samih Raşd her wiha gotiye, kurdan berê xekî xewneke dûr li dewleta kurdî dinihêrîn û li nav cihên tarî de behsa wê dikirin lê niha Barzanî, bêyî ku bitirse yan şerm bike, eşkere behsa dewleta kurdî dike.

Wî psporê ereb her wiha aniye ziman ku Barzanî ji bona ragihandina serxwebûnê, yan dê piştgiriya fermî ya welatên Ewropî û dewletên din werbigire yan jî ew li pêşiya ragihandina serxwebûnê astengiyê naxin pêşiya Barzanî, ji ber ku weke ku Serokê Herêma Kurdistanê jî dibêje, ti welatekî Ewropî ne li dijî ragihandina dewletî kurdî ye.

Li gorî Samih Reşad, piştgiriya Ewropa tenê têrê nake divê Amerîka û hêzên mezin jî piştgiriyê bidin Barzanî û çira kesk bo wî vêxin. Helbet mirov dikare ji gotinên alîkarê serokê Amerîka Joe Biden û serokê CIA, ku gotibûn êdî Iraqê hevgirtî namîne û baştirîn çareserî parçebûna Iraqê ye, vê encamê derxîne.
Top