Elmanya ...Keçek Kurd dibe kandîd ji bo erkê parêzgariya devera Lichtenberg ser bi Berlîn ve
li vî welatî anku li Bajarê Berlîn akincî bûn. Jiber ku Evrim keçeke çalak û dilsoz û welatparêze naxwaze navê Tirkî liser bimîne û ji kurdayetiya xwe bawere navê xwe kiriye (Hêlîn), li Tirkiyê hertişt qedexe bû, viyan, jiyan, siyaset, dadperwerî, netewe, ol, cotkarî, karkirin, bazirganî, hatin û çûn heya Navên Kurdî jî qedexe bûn, lê kurdayetî û welatparêziya kurdên diya sporayê ew qedexeya bi dehan sale ji xwe dûrxistin û navên zaroyên xwe kirin KURDÎ.
Îro li welatê Elmanya jiber hebûna azadiya raman û derbirînê, xwendin û zanînê keç û kurên Kurd xwe berdan nava qadê û xwe rewşenbîr û pir zana kirin, ji wan jî gellek siyasetmedarên genc jê dirust bûn, ku niha di parlementuyên Federal û 16 herêmên Elmanya de rola xwe dilîzin, Revenda Kurd jî ku mafê dengdanê hene piştgiriya wan dikin. Ji wan jî nimûne keça kurd Hêlîn Baba ku ev ji sala 1999 ve endama Parlementoya herêma Berlînê ye, di parlementoyê de çendîn post wergirtine ji wan jî berdevka Partiya Çepên Elman bû, serperişta komusiyona Jinan bû ye, vê dawiyê yek ji endamên desteya serokatiya parlementoyê ye. Ew endama Partiya Çep a Elmane (Die Linke), di wê partiyê de jî hin post wergirtine û pir aktîve, ciyeke taybet a xwe heye, di ciyê biryarê de ye, her ew çalakbûna wê û zanist û rewşenbîryia wê bû sedem ku partiya çep wê kandîd bike bo wergirtina Postê parêzgariya devera Lichtenberg ê a herêma Berlînê (Sie ist die Spitzenkandidatin der Linken Lichtenberg für die Wahl zur Bezirksverordnetenversammlung von Berlin-Lichtenberg und für das Amt der Bezirksbürgermeisterin).
Hêlîna keça kurd di 18.09.2016 de tê hilbijartin , helbet ew pêwîstî bi dengên welatiyan e daku bikare serbikeve, lê ya xuyaye ku ew kandîda sereke ya partiya xwe ye, partiya çep jî tê pêşbînî kirin ku wê partiya yekem be li wê deverê û şansa mezin a wê heye bibe parêzgar.
Mamosta Kazin Baba bavê Hêlîn ê, yek ji damezrênerên Partiyeka Kurdî bû li Kurdistana Bakur, jibo xebata wî a siyasî ew hat binçav kirin û biryara dadgehê 15 salan divê di zîndanê de bimîne, ew ji sala 1971-1973an di zînada leşkerî ya Amedê de mabû, di lêbûrîneka giştî de ew tê azad kirin, di sala 1980an de navê wî dikeve nava lîsta reş de, piştre ew tevî malbata xwe koçberî Elmanyayê dibin.
Parêzgarbûna hevala me, keça delal Hêlîn Baba li devera Lichtenberg her niha li tevaya gelê kurd û malbata wê a xebatkar pîroz be, bi hêviya bikarîn bi wê re (Stadt Partnerschaft) navbera Lichtenberg û hin bajarên Kurdistanê dirust bikin, ku bi be dîrok bo Kurdên Berlînê.
Basnews
