Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka tê Hewlêrê û bi Barzanî re dicive
Wezareta Derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken dê serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.
Li gorî daxuyaniyê, serdana Antony Blinken dê 2 rojan dom bike û dê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha daye xuyakirin, ku he ryek ji Nûnerê Taybet ê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê bo Karûbarên Rojhilata Dûr, Joseph Bengton bi Antony Blinken re serdana Iraqê û Kurdistanê dikin.
Biryar e roja çarşemî 14ê Îlona 2016, Antony Blinken li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û çend berpirsên din ên li ser asta Hikûmeta Iraqê û parêzgehan, bo gotûbêjkirina çend mijarênweke ewşa ewlehî, aborî û hewlên hevbeş bo jinavbirina DAIŞê û plana kontrolkirina DAIŞê bicive.
Blinken herwiha dê bi berpirsên pilebilind ên leşkerî yên Amerîka yên li Iraqê re jî bicive û bi wan re derbarê alîkarî û piştevaniyên Amerîka bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê gotûbêj bike.
Li gorî daxuyaniyê, roja pênşemî 15ê Îlona 2016 jî, Blinken û şanda pê re dê serdana Herêma Kurdistanê bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û çend berpirsên pilebilind ên Kurdistanê re bicive.
Derbarê armancên vê serdanê de jî, Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kiriye, dê derbarê hewlên bo şikestdan û ji nav birina DAIŞê, alîkariyên bo Hêzên Pêşmerge û bersivdana bilez li hember kirîza mirovî û alîkarîkirina awareyên Iraqê, gotûbêj werin kirin.
Rudaw
